Hevseroka Dem Partiyê: Komkujîya Dêrsmê ne ya Kurdan bû

Hevseroka-Dem-Partiyê-Net

Hevseroka giştî ya Partîya Dem Tülay Hatimoğulları di salvegera komkujiya Dêrsmê de axivî û diyar kir ku ev komkujî ne ya Kurdane.

Duh roja şemî 4/5/2024ê li Dêrsmê ya Bakurê Kurdistanê, bi boneya salvegera komkujiya Dêrsmê bîranînek hat lidarxistin, hevseroka giştî ya partiya Dem Tülay Hatimoğulları tevlî merasîmê bû û axivî, wê got: “Komkujîya Dêrsmê ne ya Kurdane, ya Elewî ya ne”.

Di merasîma bîranîna komkujîya Dêrsmê de, pankartên “Komkujya Dêrsmê nayê ji bîrkirin”, “Bila navê Dêrsmê û navên herêmên din yên Dêrsmê bên vegerandin”, “ji bîr nekin” û “bila arşîv bên vekirin û rastî derkeve holê” hatin bilind kirin.

Hevseroka giştî ya Demê Tülay Hatimoğulları di axaftina xwe de got: “Civaka Elewî ti carî serê xwe li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê netewandiye, komkujiya Dêrsmê di dîroka Tirkiyê de komkujiya herî mezin ya Elewyane”.

Hevseroka Demê di tev axaftina xwe de bi yêk peyvê jî negot Kurd û nego ku qetilama Dêrsmê bi serê Kurdan hatiye, ev jî bi wê wateyê tê ku xeta sereke ya partiya Demê ne Kurd û Kurdistanîbûne, loma jî Tülay xanê cesaret nekir bibêje yên ku di vê komujiyê de hatine qirr kirin Kurd bûn.

Lêbelê ji hêla xwe ve hevseroka giştî ya DBPê Keskîn Baynder di merasîmê de diyar kir ku gelê Kurd wê her tim li dijî vê qirkirinê têbkoşin.

Keskîn Baynder got, “Seyîd Riza û rêhevalên wî 100 sal berê serê xwe netewand. Em dizanin ku gelê Dêrsmê wê îro li hemberî zilim û qirkirinê bêdeng nemîne”.

87 Salan berê, roja 4ê gulanê biryara êrîşa leşkerî ya qirkirina milletekî ku ji alîyê Mistefa Kemal Ataturk û Fewzî Çakmak ve hatbû pejirandin, hate dayin. Biryara êrîşê di 4ê gulana 1937 de hatbû stendin, di 12 gulana 1937 de hêzên leşkerî yên komara Tirkiyê Dêrsm dagîr kir û kevir li ser kevrî nehiştin.

Cînosayda Dêrsmê, xelekeke ji sîyaseta qirkirina milletê Kurde. Ev pêvajo sala 1921 bi şikandina berxwedana koçgirîyê dest pê kir û di 1937-1938 de bi qirkirina gelê Dêrsmê berdewam kir û hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek tê de hatin jinavbirin.

Pustên heman beş