Li Amûdê ji bo serbestberdana Nasr Jaro xwepêşandanek hat lidarxistin

Li Amûdê ji bo serbestberdana Nasr Jaro xwepêşandanek hat lidarxistin

Duh yekşemê, Partiya Yekîtîya Kurdistan – Sûriyê li bajarê Amûdê li ser vexwendina rêxistina partiyê li bajarê Amûdê, bi beşdariya endamên serkirdatiya partiyê xwepêşandanek ji bo daxwazkirina azadiya endamê rêxistinê yê ku ji aliyê çekdarên PYD’ê ve hatiye revandin li dar xist.

Beşdarên çalakiyê pankartên bi nivîsa xwe:

Cîhê çalakvanan ne di girtîgehan de ye.

Ji girtin û qirkirnê re na.

Bavê min li kuye, bavê min berdin.

Azadî ji bo girtiyên siyasî yên di girtîgehên PYD’ê de.

Em daxwaz dikin ku çarenûsa hemû girtiyên siyasî were eşkerekirin

Ji Nasr Jaro re azadî.

Na ji girtina keyfî re… Na ji revandinê re.

Her wiha beşdaran alên Kurdistanê û wêneyên girtî Nasr Jaro bilind kirin.

Endama desteya siyasîya partiya yekîtî Zekîya Resûl di gotarekê de di wê xwepêşandanê de daxwaza berdana Nasr Jaro û hemû girtiyên siyasî û rawestandina girtina çalakvan û siyasetmedaran kir.

Cîgirê Serokê Encûmena Niştmaniya kurdî Silêman Oso di daxuyaniyekê de li ser platforma Facebookê banga beşdariya li xwepêşandanê kir û tê de got: ez bang li girseyên gelê me ji hemû pêkhateyên civakê dikim ku bi awayekî çalak beşdar bibin. Di xwepêşandanê de bang li PYD’ê hat kirin ku çarenvîsa Nasr Jaro ku berî zêdetirî 14 rojan ji aliyê çekdarên PYD’ê ve hatibû revandin û heta niha çarenvîsa wî ne diyare, eşkere bike.

Çekdarên PYD’ê Nasr Jaro dema ku ji gundê xwe li gundewarê Amûdê ber bi navenda bajêr ve diçû di 21ê Nîsanê de revandin.

Emîndariya giştîya Encûmena Niştimanîya kurdî daxuyaniyek belav kir û tê de revandina Jaro şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî û hevpeymaniya navdewletî kir ku fişaran bikin ji bo rawestandina van binpêkirinan.

Tora Sûrîya mafên mirov jî di daxuyaniyekê de tirsa xwe diyar kir ku Jaro rastî îşkenceyê were.

Pustên heman beş