Balafiran 16 çekdarên PKKê li Gare û Metînî kuştin

6-cekdaren-PKKe-net-infoGarey

Balafirên şer yên dewleta Tirk êrişî liv û tevgerên PKKê yê li çiyayên Gare, Metîna û Xwakurkê kirin, 16 çekdar kuştin û rêxistin bêdenge.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê duh roja duşemî 6 gulana 2024ê ragihand, 16 çekdarên rêxistina PKKê bi êrîşên asmanî li çiyayê Gare, Metîna û Xwakurkê yên li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Li gorî wezareta bergiriyê, di nava kuştiyên PKKê de kadroyên rêveber hene û got: “Îmhakirna hêlînên terorîstan bi bandor û biryar dewam dike”.

Rêxistina PKKê derbarê êrîşan û wendahiyên xwe ti daxuyanî neda ne.

Pustên heman beş