Çeteyên “Ciwanên Şoreşger” zarokeka Kurd ya 13 salî revandin

Ciwanen shorashgar-rojava-kck-info

Çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” keçeke Kurd ya 13 salî bi navê “Nura Omer” li Rojava Kurdistanê revandin û bo cîhekê nediyar hat birin.

Çeteyên Ciwanên şoreşger rêxistineke ser bi PKKê ve ye, karê wê revandina zarokên Kurdane li Rojava Kurdistanê û bi telîmatên taybet yên şexsê Cemîl Bayîk û li jêr serperiştîya Mezlûm Ebdî û Rêveberîya Xweser tev digere.

Hat ragihandin çeteyên Ciwanên Şoreşger duh roja duşemî 6\5\2024ê keçeka 13 salî bi navê “Nura Omer Mîqdad” revandine û çarenûsa wê hêjan nediyare.

Li gorî agahiyên Darka Mazî, çeteyên PKKê keça zarok “Nura” li navenda bajarê Tilrfetê li ser rîya dibistanê revandine.

Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku Rêveberîya Xweser û HSDê soz daye Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî ku zarokan çekdar neke, lê belê baskên leşkerî û Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PKKê, hîn jî zarokên temen biçûk tevlî leşkerkirina bi zor dikin û wan dibin kampên leşkerkirinê yên li herêmên di bin kontrola xwe de.

Pustên heman beş