Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

Erdogan-Rojava-gef-info

Recep Tayyîp Erdogan got, “Ji ber sozên ku hevalbendên me dane û bi cîh neanîne, karê me yê ku li Sûriyeyê nivco maye, gava ku dem û saeta wê hat teqez em dê temam bikin”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civana kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê axivî.

Erdogan di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê diyar kir ku “serdaneke gelekî baş û erênî bûye”.

Erdogan da zanîn ku di wê serdanê de di navbera Îraq û Tirkiyeyê de 27 peyman hatine îmzekirin.

Derbarê rûbirûbûna PKKyê de jî Erdogan diyar kir wan bi Îraqê re li hev kiriye û wan ji Îraqê xwestiye ku PKKyê wekî “rêxistineke terorê” bi nav bikin.

Herwiha Erdogan dîsa gefa êrişê li Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Heta hebûna PKKyê li bakurê Îraqê û Sûriyeyê hebe dê ewlehî tune be.

“Ji ber sozên ku hevalbendên me dane û bi cîh neanîne karê me yê ku li Sûriyeyê nivco maye, gava ku dem û saeta wê hat teqez em dê temam bikin”.

Pustên heman beş