Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Desteya Serokatiya ENKSê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Desteya Serokatiya ENKSê kir

 Serok Mesûd Barzanî îro 7.05.2024an, pêşwaziya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de, pêşketinên dawî yên siyasî li Sûriyê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û herwiha behsa rewş û jiyana welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyeyê hatin kirin.

Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û hevkêşeya siyasî û navdewletî yên bandorê li ser rewşa Sûriyeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.

Pustên heman beş