Berdevka Komisyona Îraqê: Me tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê rawestandin

Kurdistan-Parliment-net

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bi awayekî fermî tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê rawestandin.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay îro (Çarşem, 08.05.2024) ragehand, “Piştî biryara duhî ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê, me bi awayekî fermî tevaya rêkarên xwe ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê rawestandin heta wê demê ku ew skala bê yekalîkirin”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê duhî (Sêşem, 07.05.2024) di bersiva skalayeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de fermaneke bilez derxist, bi merema rawestandina bicihanîna benda duyê ya madeya duyê ji sîstema tomarkirin û pejirandina lîsta kandîdên hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê hejmar 7 a sala 2024ê, ku tê de hatiye: Perlemana Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê ku li ser çar bazineyên hilbijartinan tên parvekirin (Parêzgeha Hewlêrê 34 kursî, Parêzgeha Silêmaniyê 38 kursî, Parêzgeha Dihokê 25 kursî û Parêzgeha Helebceyê jî 3 kursî).

Dadgeha Federalî amaje jî da, “Heta sklaya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tê yekalîkirin, rawestandina bicihanîna wê bendê dê berdewam be. Ev jî bi merema dûrkeftina ji verêjên bicihanîna wê bendê, ku li paşerojê çarekirina wê dê giran bibe.

Mekteba Siyasî ya PDKyê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Ev helwesta PDKyê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên piroseya hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Pustên heman beş