Li Rihayê Êrîşî Nivîsîngeha Dem Partiyê hat kirin

dem-parti---riha

Êrîşeke çekdarî li ser Nivîsîngeha Dem Partiyê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê hat kirin, zirarên canî nînin.

Serê sibeha îro (Çarşem, 08.05.2024) li Qezaya Bêrecûkê ya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê êrîşeke çekdarî li ser Nivîsîngeha Dem Partiyê hat kirin.

Wekî ku medyayên Tirkiyeyê parve kiriye, di wê êrîşa çekdarî de 14 gule arasteyî avahiyê wê nivîsîngehê hatine kirin lê çi zirarên canî jê çê nebûne û tenê camên wê nivîsîngehê hatine şkandin.

Li dû eynî çavkaniyê, tîmên polîsan û hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Rihayê li ser wê rûdanê dest bi vekolanan kiriye û li ser bizavên xwe ji bo girtina bikerên wê êrîşê berdewam in.

Serê sibeha roja Yekşemê hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, Dem Partiyê 72 şaredarî û sê şaredariyên mezin mezin li Bakurê Kurdistanê bi dest xistin.

Pustên heman beş