850 Welatiyên Herêma Kurdistanê ji sala 1990ê bi bombebaranên Tirkiyê û Îranê şehîd ketine

CTP-pkk-turkey-kurdistan-iran-net

Rêxistina Amerîkî CPTê ragihand ku ji sala 1990ê ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê yên li herêma Kurdistanê herî kêm 850 kes şehîd ketine.

Tîmên aştiyê yên civakî (CPT) bi hemahengî li gel Desteya Mafên Mirov ya herêma Kurdistanê, hejmara kesên ku di êrşên Tirkiye û Îranê de li herêma Kurdistanê hatine kuştin parve kirin û ragihand, ji sala 1990ê ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê yên li herêma Kurdistanê herî kêm 850 kes şehîd ketine.

Rêxistinê diyar kir, ew dê wan amaran bidin Bexdayê da ku xizmên wan qerebûyê wergirin û got ku ew ji boy vê li gel Bexdayê di pîwendîyan de ne.

Hat ragihandin kesên ku hatine kuştin şehîd tên hesab kirin û birîndar jî wekî birîndarê niştimanî tên qebûlkirin, Bexdayê soza qerebûyê daye lê ji bo belgeyên pêwîst bên amadekirin pêwîstî bi demê heye.

Dewleta Tirk bi sedema hebûna çekdarên PKKê dewam êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û ji ber êrîşan tevî zirarên canî, 680 gund hatine vala kirin û bûne navçeyên qedexe kirî, rêxistina PKKê jî her ku diçe şerê xwe yê saxte li dijî dewleta Tirk kêşî kûrahîya herêmê dike û şerê ku demekê li sînoran dihat dîtin, niha li dorbera gund û bajarokan tê kirin.

Pustên heman beş