Careke din avahiya Dem Partiyê ya Bêrecûkê rastî êrîşê hat

Careke din avahiya Dem Partiyê ya Bêrecûkê rastî êrîşê hat

Piştî ku duh ber destê sibehê êrîşa çekdarî li dijî avahiya Dem Partiyê ya li navçeya Bêrecûkê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê hatibû kirin û di çarçoveya vê êrîşê de lêpirsîn hatibû vekirin, îşev car din êrîş dubare bû. Hat ragihandin ku ev car êrîş ne çekdarî bûye lê xisarên madî çêbûne.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku şeva borî êrîşa li dijî avahiya Partiya Gelan a Demokratîk (Dem Partî) a li Bêrecûka Rihayê dubare bûye.

Ji ber ku berî du rojan heman avahî rastî êrîşa çekdarî hatibû, hîn lêpirsîn û binçavkirinên di vê bûyerê de berdewam dikirin, lê hat zanîn ku êrîşeke din a bi kevir an alavên ku zirarê bidin camekanan çêbûye.

Hat zanîn ku heta niha di derbarê nasnameya êrîşkaran de agahî nehatine tomarkirin.

Her wiha ji ber êrîşa yekem a çekdarî ya li dijî avahiya Dem Partiyê, birayê hevserokê Şaredarariya Bêrecûkê yê bi navê Halîl Begît hatibû binçavkirin û li gorî agahiyên dawî hîn jî binçavkirina wî berdewam dike.

Pustên heman beş