Tirkiye: Di hefteya dawîn de 108 çekdarên PKKê hatine kuştin

turkey-bîlanço-pkk-ypg-info

Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku di hefteya dawîn da 108 çekdarên PKKê/YPGê hatine kuştin, PKKe jî dibêje: Di meha dawîn de me 12 leşkerên Tirk ceza kirine.

Wezarta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja pêncşemî 9 gulana 2024ê bîlançoya hefteya dawîn ya wendahiyên PKKê ragihandin û li gorî wê 108 çekdarên PKKê/YPGê li Başûr û Rojava Kurdistanê hatine kuştin.

Destnîşan kir, 67 çekdar li Başûrê Kurdistanê û 41 jî li Rojava Kurdistanê hatine kuştin.

Li gorî wezareta parastina netewî, ji destpêka îsal 2024ê ve, 443 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê û 510 jî li Rojava Kurdistanê hatine kuştin.

Rêxistina PKKê jî bîlançoya meha rabûrî îlan kir û li gorî wê, 12 leşkerên Tirk ji hêla çekdarên wê ve hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê dewam bîlançoyên şer radghînin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lêbelê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev di meşînin û yê ku zirara rastîn ya vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş