Li Xwakurkê û Garê 10 çekdarên PKKê hatin kuştin

Xwakurk, Gare- PKK-info

Deh çekdarên din yên PKKê li herêmên Xwakurkê û Garê yên li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û hatin kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê duh roja înî 10/5/2024ê ragihand, di çarçûveya operasyona Pence Kilît 10ê de li herêmên Xwakurk û Garê êrîş li dijî çekdarên PKKê hatin encam dayîn.

Destnîşan kir, 10 çekdar ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî her wiha aşkere kir, li heman rojê li herêmên Bakur û Rojihlata Sûryê jî 7 çekdarên PKKê/YPGê hatine kuştin.

Pustên heman beş