Serok Barzanî 31 saliya damezirandina Bingeha Laleşê li Êzidiyan pîroz dike

Barzani-Lalish-net

Serok Mesûd Barzanî îro 11 Gulanê, bi boneya 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Bingeha Laleşê di van salên dawî de digel hemû berbest û astengiyan, bi hewla xemxur, kadro û rewşenbîrên civaka Êzidiyan, xizmeteke berçav pêşkêşî çanda gelê Kurdistanê û parastina kevneşopiyên civaka Êzidî kiriye”.

Serok Barzanî peyama xwe ya pîrozbahiyê arasteyî serok û endamên Desteya Bilind a Bingeha Laleşê û tê de ragihand, “Bi hilkefta 31 saliya damezrandina bingeha Laleşê, pîrozbahiyên xwe arasteyî we, endam û kadroyên bingeha Laleşê û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim”.

Serok Barzanî diyar kir, “Bingeha Laleşê di van salên dawî de digel hemû berbest û astengiyan, bi hewla xemxur, kadro û rewşenbîrên civaka Êzidiyan, xizmeteke berçav pêşkêşî çanda gelê Kurdistanê û parastina kevneşopiyên civaka Êzidî kiriye”.

Herwiha Serok Barzanî got: “Piştevaniyê li hewl û westana bingeha Laleşê dikim û hêviya berdewamiya pêşketin, aramî û xweşiyê ji bo hemû xwişk û birayên Êzidî dikim û her serkeftî bin”.

Bingeha Laleş a Çandî û Civakî, 12ê Gulana 1993an li parêzgeha Dihokê di bin diruşma “Laleş kaniyeke zelal e û dirje rûbara rewşenbîriya Kurdî” kongreya xwe ya yekem lidar xistibû.

Pustên heman beş