Nasnameya 3 çekdarên berî du salan hatîne kuştin ji nû aşkere bû

pkk-3-gerila-info

Nasnameya 3 çekdarên PKKê aşkere bû ku li sala 2022ê li çiyayê Metînayê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji nû îro mirina wan îlan kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja înî 10/5/2024ê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku ev nêzî du salane mirina wan veşartî hiştî ye, ew çekdar li 30 îlona 2022ê li çiyayê Metînayê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk.

PKKe weke hemû ciwanên Kurdan yên ku di berxwedana xwe ya saxte da berê wan daye mirinê, di pesnê van sê çekdaran de jî dibêje: Milîtanên Apoyî fedayê Apo bûn.

Artêşa dewleta Tirk ji destpêka meha gulanê ve bi êrîşên asmanî derbên giran li PKKê da ne û her kêm kuştina 30 çekdarên rêxistinê ragihandiye û PKKe der barê wan ti agahî û daxuyanyan na de.

Pustên heman beş