Li Duhokê 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatin girtin

Li Duhokê 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatin girtin

Rêveberiya Asayîşa Duhokê ragihand, 3 kes bi tometa bazirganiya madeyên hişber hatin desteserkirin.

Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Duhokê îro 11ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragehand, tîmên asayîşê 3 kes desteser kirin ku madeyên hişber ji cureya Kristal û Heroin bi wan re bûn.

Li gorî daxuyaniyê, ew 3 tometbar bi niyaz bûn madeyên hişber belav bikin. Herwiha ew tometbar dê li gorî xala 26’an a Yasaya Madeyên Hişber bên darizandin.

Li gorî amaran, %80 bikarhênerên madeyên hişber li Herêma Kurdistanê temenên wan di navbera 18 û 35 salî de ne, %10 ji bikarhênerên madeyên hişber jin in û %4 jî temenê wan di bin 18 saliyê re ne.

Li gor madeya 26 ya yasaya nehiştina madeyên hişber ya Parlamentoya Kurdistanê, kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin, bi cezaya zindanê tên cezakirin ku digihe cezaya hetahetayê. Herwiha cezeya ji 15 milyon dînar û heta 90 milyon dînarên Iraqî.

Bikarhênerên madeyên hişbir jî bi cezayê girtîgehê ji yek sal heta sîh salan û cezayê pereyan heta 15 milyon dînarên Iraqî tê cezakirin.

Pustên heman beş