Amerîka daxwaza cîbicîkirina temam a rêkeftina Şingalê dike

Amerîka daxwaza cîbicîkirina temam a rêkeftina Şingalê dike

Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê ji bo Asayîşa Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya serdana Bexda, Hewlêr û Laleşê kir. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, siyaseta welatê xwe derbarê pirsa Şingalê û rêkeftina Şingalê de ji Kurdistan24 re şirove kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya sala 2020î ya di navbera Bexda û Hewlêrê de kir, ku armanca wê hêsankirina vegera Êzidiyan bo warê bav û kalên xwe li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Di Tebaxa 2014an DAIŞê êrişeke hovane li dijî Êzdiyan pêk anî. Nêzîkî 5 hezar kes hatin kuştin û nêzîkî 400 hezar kes jî koçberî Herêma Kurdistanê û derveyî Iraqê bûn.

Piştî 10 salan, piraniya mezin – nêzîkî 300 hezar kes – li kampên koçberên navxweyî li Herêma Kurdistanê dimînin, ji ber ku piraniya Şingalê wêran e bi kêrî nişticihbûnê nayê, ji bilî wê jî pirsgirêkên ewlehiyê ji ber hebûna milîsan hene.

Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, mijareke sereke ya civînên Ezra Ziya li Bexda û Hewlêrê bû, ji wan jî civîna roja pêncşemê ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber çend sedeman dixwaze rêkeftin were cîbicîkirin. Yek ji sedemên sereke jî, kêmkirina fişarên aborî ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber hatina penaberan rûbirû wan bûye.

Wezareta Derve: Pêwîste rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Înê 10.05.2024an, ji K24ê re ragihand: “Di dehemîn salvegera jenosîda DAIŞê de, pêwîst e pirsgirêkên Êzidiyan bên çareserkirin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat: “Em hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê han didin ku di warê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de, pêşxistina dadperwerî û lêpirsîna li hember tawanên navdewletî yên DAIŞê de, pêşketineke berçav bidest bixin.”

Herwiha got: “Di serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê de, Cîgira Wezîrê Derve Ezra Ziya tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê bo cîbicîkirina temam a rêkeftina Şingalê bi hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re kir.”

Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê sedana Laleşê kir

Ezra Ziya duhî Înê serdana Laleşê kir û bi rêveberên pêkhateya Êzidî re civiya. Li derveyî perestgeha Laleşê ji rojnamevanan re axivî û bang li hikûmeta Iraqê kir ku pêşketinên berbiçav ji bo tayînkirina Serokê Şaredariya Şingalê, damezirandina hêzeke polîsa navxwe û gihandina xizmetguzariyan bo Şingalê bike.

Amaje bi wê jî kir, “Em herwiha hikûmeta federal han didin ku nîgeraniyên derbarê rola milîsan li deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin, wek Şingal, Deşta Nînewayê û deverên pêkhateyên din ên civaka Îraqê çareser bike.”

Herwiha got: “Bandora neyînî ya komên milîs li ser ewlehî û aramiya pêkhateyan, rê li ber vegera koçberan û geşepêdana aborî ya civakên herêmî digire. Lê çareserkirina van pirsgirêkan girîng e ji bo misogerkirina vegeran dilxwazî ya Êzidiyan.

Pustên heman beş