ENKS girtin û tirsandina endam û çavdêrên komên folklora kurdî şermezar dike

ENKS girtin û tirsandina endam û çavdêrên komên folklora kurdî şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) radigihîne, çekdarên ser bi PYDê ve 4 endamên koma Xunavê ya Folklorî revandine û bang li saziyên sivîl û welatên Hevpeymaniya Navdewletî dike ku fişarê li PYDyê bikin, ta ku dest ji van kiryar û binpêkirinan berde.

Sekreteriya ENKSê duhî (Pêncşem, 09.05.2024) di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên ser bi PYDyê ve di pêngaveke nû de 4 endamên Koma Xunavê ya Folklorî revandin:

– Mecdel Deham Hac Qasim, berpirsê Koma Xunavê ya Folklorî ya li bajarê Amûdê dema ku vedigeriya gundê xwe yê Kirinkoyê.

– Seîd Kawa Konreş (18 salî), endamê koma Xunavê, dema ku ji dibistanê vedigeriya.

– Salih Cemîl Bekarî (17 salî), endamê koma Xunavê dema ku ji dibistanê vedigeriya.

– Şanogerê koma Xunavê Nasir Xalib Caro jî li roja 21ê Nîsana borî revandiye.

ENKSê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê jî kir, 4 endamên ENKSê jî ji zêdetirî 2 mehan ve ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve revandî ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

ENKSê bi tundî kampayna girtin û tirsandinê ya li dijî endam û çavdêrên komên folklora kurdî şermezar dike û dibêje: “Ev kampayna revandinê bi armanca tirsandina wan û nehiştina wan ji pêkanîna çalakiyên xwe yên hunerî û çandî, ji bo parastina çand û folklora gelê me, hatiye kirin.”

Herwesa ENKS diyar dike: “Ev binpêkirin di demekê de tên, gelê me dengê xwe bilind dike û bang li aliyên siyasî yên Kurdî dike ku ji bo rûbirûbûna metirsiyên li ser herêmê yekhelwest bin.” Got jî: “Berdewamiya van binpêkirinan tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike û armanc jê ew e ku rê li ber hemû hewldanên yekrêzî û yekhelwestiyê bê girtin.”

ENKSê daxwaz kir kesên ku ji Koma Xunavê ya Folklorî û hemû girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî demlidest bên berdan.

Di dawiyê daxuyaniyê de jî bang li saziyên qanûnî û mirovî û hemû welatên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku bi awayekî cidî givaştinê li HSDê bikin, ta ku van binpêkirinên çekdarên PYDê yên li hember xelkê rawestîne.

Pustên heman beş