Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50 saliya bidarvekirina Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û tê de ragihandin, “Leyla Qasim mînakeke bilind a jina Kurd e ku şehîdbûna xwe weke şanaziyekê qebûl kir
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Leyla Qasim mînakeke bilind a jina Kurd e ku dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir. Wê şehîdbûna xwe wek şanaziyekê qebûl kir, lê serê xwe li ber cellad û dijmin xwar nekir.”
Di peyamê de hat: “Leyla Qasim û hevalên wê ji bo me hemûyan wane ne ku dilsoziya bi welat, bawerî û mirina serbilindî, ji jiyana koletiyê bi bihatir e.”
Serok Barzanî got jî: “Bi helkefta 50emîn salvegera bidarvekirin û şehîdkirina Leyla Qasim, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hema Reşîd, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî, silav li giyanê wan û hemû şehîdên rêya azadiyê.”