Xelkê bajarê Dirbêsiyê di tariyê de dijîn

Xelkê bajarê Dirbêsiyê di tariyê de dijîn

Ev e çend roj in û elekitrîk li ser bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye birîn û xelk ji ber vê rewşê dinalin.

Li gor agahiyan ev zêdetirî sê rojan e, û xelkê bajarê Dirbêsiyê di tariyê de dijîn bi sedema birîna para mazotê ya taybet bi xwedanên jenetoran ji aliyê rêveberiya PYDê ve.

Jêderê serbar kir ji ku rêveberiya PYDê nirxê yek empêrî ji 12 bo 14 hezar Lîreyên Sûrî li Dirbêsiyê bilind kir, herweha demjimêrên dabînkirina elektrîkê jî ji 8 demjimêran daxist 6an.

Eve çend sal in û kirîza sûtemeniyê û birîna elekitrîkê li bajar û bajarokên kurdî li rojavayê kurdistanê berdewam in, bi sedema vê rewşa xirab xelê dinalin û di rewşeke pir xirab de dijên.

Pustên heman beş