5 çekdarên din yên PKKê li herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û hatin kuştin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja yekşemî 12/5/2024ê ragihand, di çarçûveya operasyona Pence Kilît 10ê de li herêma Garê êrîş li dijî çekdarên PKKê hatin encam dayîn.
Destnîşan kir, 5 çekdar ketine ber êrîşan û hatine kuştin.
Wezareta parastina netewî her wiha aşkere kir, li heman rojê li herêmên Bakur û Rojihlata Sûryê jî 2 çekdarên PKKê/YPGê hatine kuştin.