PKKe hewil pêtirîn gund û navçeyên Dihokê bibin herêmên eskerî

Balafir-20-pkk-barwari-bala-duhok-info

Balafirên artêşa Tirkiyê di 6 rojên rabûrî de di teqîba liv û tevgerên PKKê de, 20 caran herêmê Berwarî Bala, Metîna, Berê Gare û Nihêliya ên li sînorê parêzgeha Dihokê bordoman kirine û dehan mûşek lêxistine. rêxistna PKKê liv û tevgerên xwe li dorbera gundan zêde kirine, ew dixwaze bi awayekî sîstematîk li qonaxên pêş me pêtrîn gund û navçeyên parêzgeha Dihokê bibin herêmên eskerî.

Di meha dawîn de artêşa Tirkiyê êrîşên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li parêzgeha Dihokê dijwar kirine, Darka Mazî bîlançoya van êrîşan ji 3 gulanê û heya 9 gulanê ve parvedike û li gorî wê, gundên herêmên Berwarî Bala, Berê Gare, Metîna û devera Nihêliya 20 caran ketine ber êrîşa Balafir û topxaneyên artêşa Tirkiyê û dehan mûşek bi wan gundan ketine.

Bi sedema PKKê, devera Berwarî Bala di 6 rojan de 20 caran hatiye bordoman kirin

Gundên ku ji 3 meha gulanê ve Balafirên Tirkiyê bordoman kirine:

Berwarî Bala

3/5/2004:

Demjimêr 8:20 Sibê Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê ê devera Berwarî Bala bordoman kiriye û yek mûşek lêxistiye.

Demjimêr 10:40 Ta 10:50ê Sibê topxaneyên artêşa Tirkiyê dû gulletop avêtine Geliyê Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala.

Demjimêr 6:20 Ta 6:30ê êvarê Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê, Dergela Mûsa Beg li devera Berwarî Bala bordoman kirine û sê mûşek lêxistine.

4/5/2024ê:

Demjimêr 8:40ê sibê Balafirên artêşa Tirkiyê hindavî gundê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordoman kiriye û yek mûşek lêxistiye.

Demjimêr 12:15 heya 12:20ê Nîvro Balafirên Tirkiyê aqarê gundê Bêşîlê û Gîlka li devera Berwarî Bala bordoman kirine û du mûşek lêxistine.

5/5/2024ê:

Demjimêr 9:10 heya 9:15 Sibê Balafirên Tirkiyê Geliyê Dêra û aqarê gundê Şêlaza li devera Berwarî Bala bordoman kirine û du mûşek lêxistine.

Demjimêr 6:20 heya 6:30ê Êvarê Balafirên Tirkiyê aqarê gundê Gîlka û Geliyê Dergela Mûsa Beg li devera Berwarî Bala bordoman kirine û du mûşek lêxistine.

Demjimêr 10:15 heya 10:45 Şevê du helîkopterên artêşa Tirkiyê hindavî gundê Şêlaza li devera Berwarî Bala bi çeka mûşek û doşkê bordoman kirine.

Herêma Metînayê

6/5/224ê:

Demjimêr 2:38Ê piştî nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê çiyayê Metînayê li hindavî gundê Guherzê li nahiya Dêrelokê li devera nihêliya topbaran kirine û 4 gulle top lêxistine. Her wiha li demjimêr 4:20ê êvarê careke din êrişî wan navçeyan kirine.

Demjimêr 3:30 heya 3:52ê Êvarê çekdarên PKKê bi doşka 32 mm teqe li noqteyên artêşa Tirkiyê yên li Sora Sigêrê li devera Nihêliya kirine, PKKê ji rojavayê gundê Sergelê ew êriş encam dan.

Demjimêr 3:50ê Êvarê topxaneya artêşa Tirkiyê çiyayê Metînayê li hindavî gundê Şêlaza li devera Berwarî Bala topbaran kiriye.

Demjimêr 5:05 ê heya 5:15 ê êvarê Balafirên artêşa Tirkiyê geliyê Dergela Mûsa Begê û gundê Şêlaza li devera Berwarî Bala bordoman kirine û du mûşek lêxistine.

Demjimêr 5:25ê êvarê Balafirên Tirkiyê geliyê gundê Sergelê li devera Nihêliya bordoman kiriye û yek mûşek lêxistiye.

7/5/2024ê:

Demjimêr 3:35ê piştî nîvro Balafirên Tirkiyê geliyê Dêra li aqarê gundê Bêşîlê li devera Berwarî Bala bordoman kiriye û du mûşek lêxistine.

Rûbarê Zêy

Demjimêr 4:50ê heya 5:10ê êvarê topxaneya artêşa Tirkiyê rûbarê Zêy li nêzî aqarê gundê Zêweşkan li nahyeya Dêrelokê li devera Nêrwe topbaran kirine û 11 gulletop lêxistine.

Devera Berê Gare

Demjimêr 7:44ê şevê Balafirên Tirkiyê geliyê Dêreşê li devera Berê Gare bordoman kirye û yek mûşek lêxistiye.

Demjimêr 8:40 şevê Balafirên Tirkiyê çiyayê Bêsimtê li devera Berê Gare bordoman kiriye û yek mûşek lêxistiye.

8/5/2024ê:

Demjimêr 7:50ê heya 7:55ê balafirên Tirkiyê geliyê Bêşîlê û aqarê gundê Şêlaza li devera Berwarî Bala bordoman kirine û du mûşek lêxistine.

Demjimêr 8:50 heya 9:30ê şevê helîkopterên Tirkiyê bi mûşekan û çeka doşkê sînorê gundê Gîlka û Şêlaza li devera Berwarî Bala bordoman kirine.

9/5/2024ê:

Demjimêr 2:00 heya 2:20ê sibê topxaneya Tirkiyê deşta Ore li devera Berwarî Bala topbaran kiriye û 14 gulletop lêxistine.

Çekdarên PKKê herku diçe bi awayekî sîstematîk şerê xwe yê bi artêşa Tirkiyê re nêzî gund û bajarokên parêzgeha Dihokê dike, bi armanca wê yekê pêtirîn gund werin vala kirin û bibin qadên şer, ev gund jî dewam bi sedema van liv û tevgerên çekdarên PKKê rastî êrîşên asmanî û êrîşa topxaneya artêşa Tirkiyê tên. PKKe bi şerê xwe yê saxte û hinek çalakiyên îstifzazî bi vî awayî leşkerî Tirkiyê kêşî kûrahîya Başûrê Kurdistanê dike.

Pustên heman beş