Berpirsekî PKKê yê payebilind di operasyoneke MÎTê de hat kuştin

Berpirsekî PKKê yê payebilind di operasyoneke MÎTê de hat kuştin

 Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragehand, di operasyoneke li herêma Gare ya li Herêma Kurdistanê de berpirsê PKKê û endamê Rêveberiya Konseya Hêzên Parastina Gel yê bi navê Sedat Aksu ku wek Şevger Çiya tê naskirin jiyana xwe ji dest daye.

Li gor Ajansa Anadolu ya ku zimanê fermî ya dewleta Tirkiyê ye û ji çavkaniyên ewlehiyê veguhestiye, MÎTê destnîşankiriye ku Şevger Çiya li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê gelek çalakiyên li hember artêşa Tirkiyê û hêzên ewlehiya Tirkiyê pêkhatine de ferman ji aliyê wî ve hatiye dayîn.

Hat ragehandin Sedat Aksu ji bo çekdarên PKKê yên li herêma operasyona Pence – Kîlîd çek û cebilxane dabîn kiriye û di operasyoneke MÎTê de li herêma Gare hatiye kuştin.

Herwaha hat ragehandin Sedat Aksu (Şevger Çiya) ji sala 1998ê ve nav PKKê de bûye û li Başûrê Kurdistanê wek yek ji berpirsên rêxistinê çalak bûye.

Ji aliyê din ve roja 07.05.2024ê malperên nêzîk PKKê jî ragehandin ku Sedat Aksu yê ku wek Şevger tê naskirin di êrîşeke artêşa Tirkiyê ya roja 22.01.2022yê de jiyana xwe ji dest daye. Ango PKKê jî berî çend rojan kuştina wî berpirsê xwe piştrast kir.

Pustên heman beş