HSDê bi dehan ciwan bo leşkeriya xwe ya neçarî girtin

HSDê bi dehan ciwan bo leşkeriya xwe ya neçarî girtin

Piştî du rojan ji ragihandina rawestandina helmetên birina ciwanan bo leşkeriya neçarî, HSDê bi dehan ciwan li bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê girtin.

Roja Çarşema bûrî rêveberiya PYDê di daxuyaniyekê de gotibû ku Desteya Berevaniyê ya bi ser ve helmetên birina ciwanan bo leşkeriya neçarî “li ser daxwaza xelkê rawestandiye”.

Li gorî daxuyaniyê “neşteciyên kêmtir ji 3ê salan ku ji derve hatine û li deverên li bakurê rojhelatê Sûriyê dimînin, herweha kesên ji malbatên şehîdan ne, yekser tene serbestberdan eger hatin girtin”.

Piştî baxuyaniya PYDê, jêderên xwecihî eşkerekirin ku li bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê HSDê dest bi dewriyên xwe li kolan û bazarên deverê kirin û bêhtirî 50 ciwanî di 24 demijmêran de girtin.

Pustên heman beş