Mele Bextîyar: Nê raste ku bi PKKê re jina Kurd dest bi şer û tekoşînê kiri be

Mele Bextîyar-jina kurd-pkk-net

Yek ji kesayetên girîng ên YNKê Mele Bextîyar diyar kir ku dibêjin têkoşîna jinên Kurdistanê bi PKKê destpê kirîye ev neheqî ye û heqaret li hemû tevgerên Kurd û jinên Kurd dike.

Endamê berê yê Meclîsa Bilind a Yekîtiya Nîştîmanî Mele Bextîyar di 8. Konferansa Navneteweyî ya Platforma Dabîran a li Silêmaniyê pêk hat de axivî.

Mele Bextîyar li vir pêşkêşiyek kir û piştre bersiva pirsan da. Mele Bextîyar li ser pirsa beşdarvanan li ser jinên Kurd û YPGê bersiv da û got, “Hûn difikirin ku jinên Kurd bi PKKê re hatin qada siyasetê” ev yek qetîyen ne rast e.

Mele Bextîyar têkildarî mijarê wiha axivî: “Ya yekem em ê di vê mijarê de piştrast bin û em ê dîrokê berevajî nekin. Ketina jina Kurd a di nava siyasetê û rakirina çek xwedî mêjûyek gelekî kevn e. Lê avakirina hêzeke nîzamî ya jinan û jin jî xwe û mêran wek Pêşmerge birêve dibin, vedigere salên 1970 î yan.  Komele di sala 1974 an de yêkîneyên jinan ava kir. PKKe di sala 1984 an de dest bi şerê çekdarî kir. Niha ger hûn rabin û bibêjin PKKê çek daye destê jinan ev ne mimkûn e. divê em  dîrokê rast fêm bikin û rêzê jê re bigirin”.

Mele Bextîyar axaftina xwe wiha domand: “Partiyên Rojhilat di warê tevlîbûna jinan de her tim li pêş in. Pirsgirêka jinê ji nêz ve bi jiyana aborî ve girêdayî ye. Dema ku kapîtalîzm zû hat Îranê, jin zûtir ketin nava jiyana aborî û perwerdehiyê. Heta wê demê Iraq û Tirkiye jî di vî warî de li pay Îranê bûn. Bê gûman vê bandora xwe li jinên Rojhilatê Kurdistanê kir û ew zûtir tevlî xebatên sîyasî, leşkeri û civakî bûn.  Jixwe welatparêzîye ke dîrokî li wê herêmê hebû. Komele û PDKÎ di salên 1970 an de jina Kurd tevlî refên xwe de kirin. Hûn nikarin vê pêvajoyê mêjûyî bi PKKê re bidin destpêkirin ev neheqî û berovajîkirina dîroka jina Kurd e”.

PKK di dîroka xwe de îdia dike ku hem dîroka Kurdistanê û hem jî dîroka jinên Kurd ji bi wan re dest pê kirî ye. Dîroka Kurda berovajî dike, bi taybetî di nava gelê Bakurê Kurdistanê de PKKe bi zanebûn têgihiştineke “Kurdayetî beriya PKKê nebû-miribû, me Kurdayetî ji nû afirand”.

Pustên heman beş