HRW: Girtina kampên Herêma Kurdistanê penaberên Şingalê dixe metirsiyê

Kamp-kurdistan

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku girtina kampên penaberan a li Herêma Kurdistanê dê penaberên Şingalê bixe metirsiyê.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku hikûmeta Federal a Îraqê heta 30yê Tîrmehê muhlet daye ji bo girtina 32 kampên penaberan.

Li 32 kampên Herêma Kurdistanê nêzîkî 157 hezar penaber dijîn ku piraniya wan xelkê Şingalê ne.

“Aramî li Şingalê nîne”

HRWyê di raportekê de ragihand ku girtina kampan jiyana şêniyên kampan ku ji navçeya Şingalê ne, dixe metirsiyê.

Di raporê de wiha hat gotin: “Şingal bêîstiqrar e û xizmetguzariyên civakî, garantîkirina mafên aborî, civakî û çandî yên bi hezaran penaberên nehatiye bicihanîn.Dibe ku di demek nêzîk de ew penaber neçar bibin ku vegerin.”

Ji sedî 70yê Şingalê wêran bûye

Di raporê de hate gotin ku ji sala 2014an heta 2017an ji sedî 80ê binesaziyê û ji sedî 70yê xaniyên Şingalê di şerê li dijî DAIŞê de wêran bûne.

 Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) heta niha jî nêzîkî 183 hezar kes li Şingalê koçber bûne ku ji sedî 85ê wan Kurdên Êzidî yên wî bajarî ne.

Niha ji sedî 65ê gundên Şingalê li herêmê mane û 13 bajarok û gundên Şingalê jî vala ne.

Di 24ê Kanûna Paşîn de, Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê roja 30ê Tîrmehê wekî dema dawî ya ji bo girtina kampan diyar kiribû.

Malbatên Şingalê nehatine qerebûkirin

Di raporta xwe de HRWyê amaje bi wê yekê kir ku astengiyeke mezin li pêşiya vegera xelkê Şingalê heye û ziyanên mal û milkên wan ji aliyê hikûmetê ve nehatiye qerebûkirin.

 Meha Gulanê 2023yan jî HRWyê ragihandibû ku ti kes ji Şingalê nehatiye qerebûkirin û hejmara ew kesên daxwaza qerebûkirinê kiriye gihiştiye 8 hezar û 300 kesî.

Ji dema rizgar kirina Şengalê PKKê û milîsên wê xwe li herêmê asê kirine û bi wê sedemê hêjan jî Şengal wêran maye û şêniyên wê yên di kampan de nikarin vegerin, her wiha PKKe ji sala 2020ê ve bûye astengî li himberî cî bi cî kirina Peymana Şengalê, peymana ku li nêvbera Hewlêr û Bexdayê ji boy asayîkirina rewşa herêmê, vegera koçberan û avedankirina Şengalê hatiye îmze kirin.

Pustên heman beş