PKKê 18 çekdarên xwe di 4 rojan de wenda kirin

Qendil-info

Balafirên şer liv û tevgerên PKKê li Qendîlê bordoman kirin 3 çekdar kuştin, bi vê yekê rêxistinê 18 çekdarên xwe ji 10 gulanê ve bi êrîşên asmanî li herêmên Garê, Metînayê, Xwakurkê wenda kirine.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê duh roja duşemî 13/5/2024ê ragihand ku bi êrîşa asmanî 3 çekdarên PKKê li çiyayê Qendîlê hatine kuştin û got ku “artêşa Tirkiyê ji bo ku terorê di cî da têk bibe, bi operasyonên bênavber ve têkoşînê didomîne”.

Balafirên şer yên dewleta Tirk roja 10 gulanê 10 çekdarên PKKê li herêmên Gare û Xwakurkê kirbûn armanc, her wiha li 11 gulanê 2 çekdar li herêma Metîna û li roja 12 gulanê 3 çekdar li Garê.

Bi tevahî ji roja 10 gulanê ve, rêxistna PKKê 18 çekdarên xwe û berpirsekî payebilind bi êrîşên asmanî yên Tirkiyê wenda kirine.

Pustên heman beş