PKKê nasnameya 2 Gêrîlayan aşkere kirin

du Gerila-pkk-info

Rêxistina PKKê nasnameya du Gerîlayên xwe aşkere kirin ku mehekê berê li Xakurkê ketibûn ber êrîşan û canê xwe ji dest da bûn.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja duşemî 13 gulana 2024ê nasnameya du çekdarên xwe yên bi navê Merwan Îbrahîm û Ehmed Ebdulla aşkere kirin ku li 18 Nîsana rabûrî li herêma Xakurkê bi êrîşa asmanî ya dewleta Tirk canê xwe ji dest da bûn.

HPGê da zanîn ku Merwan Îbrahîm sala 1997an û Ehmed Ebdulla jî sala 2012an tevlî refên PKKê bûne.

Ev dema mehekê ye, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî PKKê dijwar bûne, ji destpêka meha Gulanê ve PKKê 126 çekdarên xwe wenda kirine eve li gorî bîlançoya artêşa Tirkiyê ku li 9 Gulanê di medyaya fermî a dewletê de parvekirbû.

Pustên heman beş