Berpirsê Bilind ê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan: Em dê herdem piştevan û alîkarên Wezareta Pêşmerge bin

Wezareta Pêşmerge

Generalekî Hêzên Hevpeymanan berî ku ji Kurdistanê derbikeve dibêje, “Ez dê li ser piştevaniya Pêşmergeyan berdewam bim”.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Sêşem, 14.05.2024) bi Berpirsê Bilind ê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan General Ecker û Cîgirê Berpirsê Bilind ê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan General Ham re civiya.

Li dû wê ragehandinê, Wezîrê Pêşmerge di wê civînê de nîgeraniya xwe nîşan daye ku erkê Berpirsê Bilind ê Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan General Ecker li Îraqê bidawî tê.

Wezîrê Pêşmerge herwesa got, “Ecker dost û alîkarekî binirx ê Wezareta Pêşmerge û piroseya çaksaziyê bû”.

Ragehandina Wezareta Pêşmerge amaje jî daye, “Di wê civînê de danûstandin li ser mijara tevalî ya girêdayî piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge û giringiya alîkariyên Hevpeymanan ji bo hêza Pêşmergeyan û artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatine kirin”.

Li dû zanyarên Wezareta Pêşmerge, biryar e General Ham li paşerojeke nêzîk wekî cîgirê General Ecker li Herêma Kurdistanê dest bi karî bike.

Pustên heman beş