PWK: Divê 365 rojên salê ji bo me rojên zimanê kurdî bin

zimanê-kurdî-info

Zimanê kurdî ji bo hebûn û jiyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingeha miletbûnê ye.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK ji bo roja zimanê Kurdî daxuyaniyek parve kir u wiha got: ”Helbet e ku îro xebata ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî pêwîstî û watiniyeke esasî ya netewî, niştimanî ye. Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî, bi hişmendiya bidestxistina statûyeke neteweyî, coxrafîk, siyasî ya li Kurdistanê, bi armanca bidestxistina mafê çarenûsiya miletê Kurd ve divê bê meşandin.

Lê îro li Bakurê Kurdistanê ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî, kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin. Divê em li hemû xebat û dezgeh û hewl û gavên ji bo zimanê kurdî xwedî derkevin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di bin zext û neheqî û xeteriyeke mezin da ye.

Eve 100 sal e Dewleta Tirkiyeyê bi siyaseta înkar û asîmîlasyonê xwestiye zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) tune bike. Helbet e ku vê siyaseta şovenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kiriye. Lê tu siyaset û kiryarên Dewleta Tirkiyeyê nikarîbûye miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake. Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê kurdî, berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.

Îro lêxwedîderketina zimanê kurdî, ji nav malê bi xwe destpê dibe. Divê hemû Kurd di nav mala xwe da bi kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) biaxivin. Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be. Dibistana ewil a zarokên Kurdan nav mala wan e. Dayik û bav û malbatên Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî weke wazîfeya xwe ya wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin.

Divê em di jiyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî weke zimanê ewil bi kar bînin.

Helbet e ku ji ber rastiya miletê me, em mecbûr in ku li gel zimanê Kurdî, zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya siyasî de bi kar bînin. Lê divê hemû partiyên kurd û Kurdistanî di hemû xebat û dan û standinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî, siyasî de zimanê kurdî wek zimanê esasî bi kar bînin. Hemû endamên partiyên Kurd û Kurdistanî divê zimanê xwe yê zikmakî bizanibin, fêrbin, bi kar bînin.

Divê dezgehên sivîl, siyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

Divê em wek Kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî dest bidin hev û divê Dewleta Tirkiyeyê vî mafê meşrû, neteweyî, însanî di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên xwe de qebûl bike.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendiyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin. Divê 365 rojên salê ji bo me roja zimanê kurdî be.”

Pustên heman beş