Li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro di biserdegirtinên malan de herî kêm herî 40 rêveber û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên Stenbol, Îzmîr, Antalya û Wanê îro bi ser gelek malan de girt.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye kirin de bi îdiaya endambûna PKK/KCKyê derbarê 25 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê li 25 navnîşanan operasyon kir û 21 kes hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku di biserdegirtinên malan ên li Stenbolê de tevî endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Unal Yusufoglu, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û çend endamên DEM Partiyê hatine desteserkirin.
Polîsan kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê.
Li gorî nûçeya MAyê navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne: