Şerê PKK-TSKê zirareke mezin daye 28 gundên Kanî Masê

kanimas

Li Kanî Masî ya navçeya Amediyê ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û PKKê de gelek daristan û mêrg şewitîn, cotkarên herêmê nikarin vegerin ser karê xwe.

Gundê Çelkê yê Kanî Masî ya navçeya Amêdî ya Duhokê yek ji wan gundên ku di encama şer û pevçûnên navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û PKKê de ziyan dîtine. Di van çend salên dawî de ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê piraniya şêniyên gund neçar man malên xwe biterikînin. Tevî ku hinek ji şêniyên gund ev demeke vegeriyane malên xwe, lê jiyana wan hîna nevegeriye rewşa asayî.

Muxtarê gundê Çelkê Yuxena Xoşaba ku piraniya şêniyên wê Xiristiyan in, wiha got: “Em dixwazin rewşa ewlehiyê li herêma me normal bibe da ku welatiyên me vegerin malên xwe. “Ji ber aloziyan li gundê me bi dehan donim erd û daristan şewitîn û hilweşiyan”.

Ji ber nakokiyên salên dawî yên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de; 15 gundên girêdayî navçeya Kanî Masî hatin valakirin, derdor û cotkarên 28 gundên din ên girêdayî navçeya Kanî Masî ziyaneke mezin dîtin.

Cotkarê gundê Çelkê Mehdî Çelkêyî jî diyar kir ku ji ber operasyonên artêşa Tirk bi taybet li ser sînorê gundê Çelkê ev 2 sal in ew nikarin sûdê ji berhemên fêkiyên herêma xwe werbigirin. dar winda bûne.

Di şer û pevçûnên di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û PKKê de, di nava 3 salên dawî de li bajarokê Kanî Masî zêdetirî 5 hezar donim daristan û mêrg şewitîn û cotkarên wî gundî jî zêdetirî 5 milyar dînar ziyan dîtin.

Rêveberê qeza Kanî Masî Salih Hemdî ragihand, di sê salên borî de zêdetirî 5 hezar donim daristan li wê qezayê şewitiye û rewşa xirab a ewlehiyê nahêle Hêzên Parastina Jîngehparêziya Pêşmerge piraniya navçeyên navçeyê kontrol bike.

Pustên heman beş