Îranê girtiyekî Kurd îdam îdam kir

iran-kurd-ciwan-info

Dadgeha Kerecê ya Îranê girtiyê Kurd ê bi navê Xesrew Başeret li Girtîgeha Qizilhîsarê îdam kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di raporekê de eşkere kir ku girtiyê bi navê Xesrew Başeret ê xelkê Mehabadê îro danê sibehê ji aliyê Dadgeha Kerecê ya Îranê li Girtîgeha Qizilhîsarê hat îdamkirin.

Xesrew Beşaret, ji 2009an ve di girtîgehê de bû sala 2016an tevî 5 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistineke selefî û dijberiya desthilata neteweyî ya Îranê” cezayê îdamê li wan hat birîn.

Herwiha Hengawê ragihand ku heta niha cenezayê Xesrew Başeret radestî malbata wî nehatiye kirin.

Di çend mehên borî jî de her 5 girtiyên din hatibûn îdamkirin. Yek ji wan jî Enwer Xizirî bû ku 1ê Gulanê hatibû îdamkirin.

Girtiyên din ên bi navên Eyub Kerîmî, Dawud Ebdulahî, Qasim Abiste û Ferhad Selîm jî beriya bi çend mehan hatibûn îdamkirin.

Pustên heman beş