Ji 9î vê mehê ve balafiran PKKe li 19 gund û navçeyên Dihokê bombebaran kirine

Balafir-20-pkk-barwari-bala-duhok-kurdistan-info

Êrîşên dewleta Tirkiyê ji destpêka meha Gulanê ve li ser PKKê pir dijwar bûne, rêxistinê wendahiyên mezin da ne, ev jî dibe destpêk bo gefên Ardogan yên êrîşa bejahî a befereh li herêmên ku PKKe lê çalake.

Darka Mazî agahiyên derbarê liv û tevgerên PKKê yên li sînorê parêzgeha Dihokê û herêmên yên ku ketine ber êrîşên hewayî girtin û aşkere bû ku ji 9î Gulanê ve balafirên dewleta Tirk û artêşa wê PKKe li 19 gund û navçeyên parêzgeha Dihokê hedef kirine.

Gund û navçeyên parêzgeha Dihokê yên ku ji 9 meha Gulanê ve bi sedema PKKê rastî bombebaranê hatîn:

Li 9/5/2024ê:

  • Demjimêr ‎7:50‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê çiyayê hindavî gundê Serukanyê li devera Zêbariya bordomankiriye û yek mûşek lêxistiye.

  • Berya wê jî li heman rojê ango demjimêr ‎3:20‏ ta ‎3:50‏ paş nîvrojê, topxaneyên artêşa Tirkiyê ‎7‏ top li çiyayê Metînayê xistine.

  • Demjimêr ‎9:45‏ ta 1:00 şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi mûşek û çeka doşkê sînorê gundên Dergela Mûsa Beg, Bêşîlê û Şêlaza li devera Berwarî Bala bordomankirine.

Li 10/5/2024ê:

  • Demjimêr 1:21‏ ta ‎1:10‏ piştî nîvro balafirên artêşa Tirkiyê geliyê gundê hindavî Gîlka li nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordomankiriye û du mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎1:35‏ ta ‎1:50‏ piştî nîvro nêzîkî ‎20‏ erebeyên artêşa Tirkiyê ji gundê Deştanê qeza Çelê bi rîya serbazgeha Girê Sor derbazî nav xaka Herêma Kurdistanê bûne û beref çiyayê Metînayê ketin rê.

  • Demjimêr ‎12:30‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê şîva di navbera gundên Meydûkê û Çem Ribetkê ‏li nahiya Çemankê – devera Nehlê bordomankirone û du mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎9:50‏ ta ‎12:30‏ şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê bi mûşekan û çeka doşkê sînorê gundên Dergela Mûsa Begê, Bêşîlê û Şêlaza li devera Berwarî Bala bordomankirone.

Li ‎2024/5/11‏ê:

  • Demjimêr ‎2:00‏ piştî nîvro balafirên artêşa Tirkiyê serê geliyê gundê Sergelê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordomankiroye û yek mûşek lêxistiye.

  • Demjimêr ‎11:05‏ sibê balafirên artêşa Tirkiyê Kêriyê Şêlaza û geliyê Bêşîlê li nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordomankiroye û du mûşek lêxistine.

Li ‎2024/5/12‏ê:

  • Demjimêr ‎1:05‏ ta ‎1:10‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê geliyê Hespa û geliyê gundê Dergela Mûsa Begê – nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordomankiroye û du mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎5:25‏ êvarî şefeleka artêşa Tirkiyê li Sûrê Sigêrê ‏li devera Nihêliya kar dikir, çekdarên PKKê‏ teqe li wan kir û piştire çekdar ji wî derê reviyan.

Li ‎2024/5/13‏ê:

  • Demjimêr ‎10:50‏ sibê balafirên artêşa Tirkiyê devera Deriyê Bêrî li aqarê gundê Berçê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordoman kiriye û du mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎5:35‏ ta ‎5:40‏ êvarê balafirên artêşa Tirkiyê Şikefta Babekra li Geliyê Bazê û aqarê gundê Dergela Mûsa Begê li nahiya Kanî Masê ‏ li devera Berwarî Bala bordomankirîne û du mûşek lêxistine.

  • Demjimêr ‎5:55‏ êvarê balafirên artêşa Tirkiyê tûnela çekdarên PKKê li hindavî aqarê gundê Guherzê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordomankiroye û yek mûşek lêxistiye.

  • Li heman rojê demjimêr 3:30 êvarê topxaneya artêşa Tirkiyê kêriyê gundê Şêlaza li nahiya‎ Kanî Masê li devera Berwarî Bala topbaran kiriye û şeş top lêxistine.

Li ‎2024/5/14‏ê:

  • Demjimêr ‎11:30‏ sibê ta ‎1:35‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê tûnela çekdarên PKKê‏ li hindavî aqarê gundê Guherzê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordomankiroye û yek mûşek lêxistiye.

  • Demjimêr ‎1:30‏ ta ‎1:45‏ piştî nîvro balafirên artêşa Tirkiyê gelpyê gundê Dergela Mûsa Beg – nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordomankiriye û yek mûşek lêxistiye.

  • Demjimêr ‎2:45‏ ta ‎2:00‏ êvarê topxaneya artêşa Tirkiyê çiyayê Metînî li hindavî aqarê gundê Gîlka li nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala topbaran kiriye û pitir ji ‎10‏ topan lêxistine.

  • Demjimêr ‎3:00‏ ta ‎3:30‏ êvarê hejmara çar helîkopterên Tirkiyê aqarê gundê Gîlka – nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordomankiriye û teqe bi çeka doşkê li aqarê gund kirî ye.

Çekdarên PKKê jî her ku diçe bi awayekî sîstematîk şerê xwe yê bi artêşa Tirkiyê re nêzî gundan dike, ew dixwaze wisa ew gundên herêmê ji şênîyan werin vala kirin û bibin qadên eskerî. PKKe bi şerê xwe yê saxte û hinek çalakiyên îstifzazî bi vî awayî leşkerî Tirkiyê kêşî kûrahîya xaka Başûrê kurdistanê dike.

Receb tayîb Ardogan ji berî serdana xwe 22 nîsana îsalê bo Bexdayê û Hewlêrê, gefa destpêkirna êrîşeke bejahî ya berfereh li dijî PKKê xwarbû, wî got: Emê li havîna îsalê sînorê xwe yên bi Îraqê re ji terorê bi qedînin, piştî vê serdana Ardogan taybet ji destpêka meha Gulanê ve gund û herêmên parêzgeha Dihokê rastî êrîş û bombebaranên dijwar yên artêşa Tirkiyê tên.

Pustên heman beş