Ahmet Turk bi 10 salan û Fîgen Yuksekdag bi 19 salan cezayê girtîgehê hatin sizadan

ahmet-turk-figen-yuksekdag

Dadgeha Enqereyê îro (Pêncşem, 16.05.2024) Serokê Şaredariya Mêrdînê Ahmed Turk li ser doza Kobaniyê bi deh salên zindankirinê siza da.

Di doza Kobaniyê de 108 kes tên darizandin, di nav wan de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene.

Her di vê çarçovê de, 19 salan cezayê girtîgehê li hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag hate birîn.

Parlamenterê berê yê HDP’ê Altan Tan û Şaredarê Qersê yê berê Ayhan Bîlgen jî bê tawan hatin zanîn û hatin berdan.

Di hilbijartinên dawî yên Şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, Ahmet Turk ku namzedê DEM Partiyê bû, piraniya dengan bidest xistibû û bûbû Şaredariya Mêrdînê.

Herwiha Ahmed Turk di hilbijartinên 2014 û 2019’an de ji bo şaredariya Mêrdînê hatibû hilbijartin, lê her du caran jî qeyûm hatibû dûrxistin û qeyûm li şûnê hatibû danîn.

Ahmed Turk sala 1942an li bajarê Mêrdînê jidayîk bûye. Ji sala 1973an heta 2011ê, 6 caran bûye endamê Parlementoya Tirkiyeyê de û zêdetirî 3 salan bi tawana propagandaya PKK’ê di girtîgehê de mabû.

Turk di sala 1990’î de Partiya Kedê ya Gel (HEP) damezrand û endamê damezrîner ê Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Tevgera Civaka Demokratîk (DHP), Partiya Demokratîk (DHP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.

Pustên heman beş