Fîdan: Mixabin vîruseke wekî PKKê bandore li Silêmanîyê dike û kontrol dike

hakan-fifdan-slemani-info

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got ku PKK bandorê li Silêmaniyê dike û Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Silêmaniyê re baş bike.

Hakan Fîdan beşdarî bernameyeke televîzyonê bû derbarê siyaseta Tirkiyeyê ya derveyî welat de axivî. Fîdan di beşeke axaftina xwe de behsa PKKyê kir û got: “PKKyê li nav sînorên Tirkiyeyê cihek kontrol nekiriye lê li Îraq û Sûriyeyê gelek cih di destê wê de ne.”

Hakan Fîdan got ku li Îraqê demên dawiyê ji bo têkoşîna bi PKKyê re û parvekirina îstixbaratê bipêşketin heye û wan şer derxistiye derveyî sînorên xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hûn dizanin wan bi biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî, PKK wekî rêxistineke qedexekirî ragihand. Ev pêngaveke girîng e. Tiştê ji bo me girîng, gelo li dijî rêxistinê pêngavekê diavêje, îstixbaratê parve dike, operasyonê dike û rêxistinê ji hinek derfetan asteng dike yan nake?”

Fîdan îdia kir ku “Îraq di nav xwe de wekî Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê dabeş bûye” û bi hemû aliyan re hevdîtin, diyalog û danûstandinên wan hene.

Hakan Fîdan derbarê Silêmaniyê (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê/YNK) de got: “Em bi Silêmaniyê re bi awayekî vekirî diaxivin. Hevdîtinên ku di raya giştî de xuya nakin hene. Min berê jî got Silêmanî bajarekî kevnar e. Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Zaxo…

Ev der ji serdema Osmaniyan ve bûne berdewamiya me ya cografî û çandî. Em parçeyek ji wan in, ew jî parçeyek ji me ne. Silêmamiyê ji bo Împaratoriya Osmanî gelek burokrat, mitesewif û alim gihandine. Bi rastî cihekî mibarek e. Mixabin tiştekî biêş e ku veguheriye cîhekî wiha ku vîruseke wekî PKKyê bandorê lê dike û kontrol dike.

Em di hevdîtinên xwe de zelal in. Em dek û dolaban li kesî nakin. Em dibêjin, ev zilam xirab in. Pêwîstiya we bi hevkariya van nîne. Em dixwazin pêwendiyên me baş bin, em naxwazin navbera me xirab be. Piştgiriyê medin wan. Em dê bi wan re şer bikin, ev ne pirsgirêk e lê hûn pêwendiya xwe sînordar bikin. Rê nedin ku werin bajarên we. Bila balafirgeha we bi kar neyînin.

Rê nedin ku ji nexweşxaneyên we sûdê wergirin. Eger na, dê operasyonên me yên neştergeriyê berdewam bikin. Em li navenda Silêmaniyê jî û li bejahiya wê jî operasyonan dikin.

Ne pêkan e, em destûrê bidin hebûna wan. Em nikarin li hemberî kesên alîkariya wan dikin, wekî ku tiştek nebûye tevbigerin”.

Fîdan herwiha mijara Şingalê jî anî rojevê û got: “Di navbera me û Îraqê de hevtêgihiştineke hevpar a baş heye. Dest bihêzkirina sînor hatiye kirin.  Li herêmê pêngava herî girîng a ku divê bê avêtin ew e ku PKK ji Şingalê were derxistin. Tirkiye xebatên îstixbarî û çavderiyê didomîne û tiştên tên dîtin bi Îraqê re têne parvekirin”.

Pustên heman beş