Li Şirnexê di operasyona dijî rêxistina PKKê da 40 şikbar hatin binçavkirin.
Di pêşîkêşiya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê da ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Şirnexê, li navenda bajêr û navçeyên Îdil, Cizîr û Silopiyê dijî şikbarên li ser navê rêxistinê tevgeriyane û propagandaya rêxistinê kirine, operasyon kirin.
Di operasyonan da 40 şikbar hatin binçavkirin û di lêgerînê da amûrên dijîtal yên rêxistinê hatin destxistin.
Şikbarên hatin binçavkirin birin qereqolê.