Balafiran PKKe li tûnela hindavî Guherzê û aqarê Dergela Mûsa Begê bombebaran kir

Guherzê û aqarê Dergela Mûsa Begê -net

Balafirên şer yên dewleta Tirk di 24 saetên rabûrî de liv û tevgerên PKKê li 3 aqarê sê gundên sînorê parêzgeha Dihokê kirine armanc û 4 mûşek jî li tûnêleka wan xistine.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kir ji duh roja çarşemî 15 Gulana 2024ê ve, artêşa Tirkiyê PKKe li van gund û herêmên parêzgeha Dihokê hedef kirine:

  • Demjimêr ‎11:25‏ şevê du balafirên ji corê helîkopter bi çeka doşkê li aqarê gundê Dergela Mûsa Begê ‏li nahiya Kanî Masê ya devera Berwarî bala xistiye.

  • Demjimîr ‎5:15‏ ta ‎5:40‏ êvarê balafirên Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê û pişta Geliyê Sergelê û Deriyê Bêra ‏ li nahiya Dêrelokê ya devera Nihêliya bordomankirîne û 4 mûşek lêxistine.

  • ‎Demjimîr ‎5:50‏ ta ‎5:58‏ êvarê balafirên leşkirê Tirkiyê Geliyê Dergela Mûsa Begê binê Kêriyê Şêlaza li nahiya Kanî Masê ya devera Berwarî Bala bordomankirîne û du mûşek lêxistine.

  • ‎‏ Demjimêr ‎11:56ta ‎12:10‏ şevê balafirên helîkopter yên leşkirê Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê Deriyê Bêra ‏li nahiya Dêrelokê ya devera Nihêliya bi mûşek û çeka doşke bordomankirone.

Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Dihokê dijwar kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Dihokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye.

Pustên heman beş