Fermandarekî berê yê PKK’ê: YNK naxwaze behsa tewanên PKK’ê bê kirin, ku zarokan direvînin û dibin Qendîl û Rojava

Fermandarekî berê yê PKK’ê: YNK naxwaze behsa tewanên PKKê bê kirin, ku zarokan direvînin û dibin Qendîl û Rojava

Fermandarekî berê yê PKK’ê aşkera kir, YNK dijî behskirina proseya xapandin û bi zorê çekdarkirina zarokên Silêmaniyê ye ji aliyê PKK’ê ve, ji ber ew herdu partî tewanên yek vedişêrin û hevkariya yek dikin.

Çend roj berî niha piştî belavbûna hevpeyvîneke BasNewsê ya li gel fermandarekî PKK’ê ku ragehandibû, PKK li sînorê Silêmanî û Germiyanê hêza çekdar ava dike û dixwazin Qendîl û Silêmaniyê (Ew hevpeyvîn di rojnameya Xebat de jî hat belav kirin) çapemeniya YNK’ê û berpirsên wê partiyê nerihet bûn û ketine belavkirina tomet û buxtanên cuda cuda li dijî PDK’ê.

Derbarê vê şepirzebûna YNK’ê de fermandarê berê yê PKKê Mehmûdê Reş ragehand: ‘’YNK li sînorê xwe hevkariyê li gel PKK’ê dike, yekem avakirina zêdetirî 18 rêxistinên ser bi PKK’ê li nav bajarê Silêmaniyê, ku budce û pareyekî zêde ji bo wê tê xerckirin û binkeyên wan jî hene. Ya duyem; Rêdayîna bi hebûna fermandariya PKK’ê li nav bajarê Silêmaniyê ku beşek ji wan ji bo komkirina hevkariyên darayî li Silêmaniyê ne. Dronên Tirkiyê berî naha 3 fermandarên payebilindên PKK’ê li Ezmer kirin armanc û hatin kuştin. Çawa ew hersê fermandar daketin nav bajar? Kî zanyarî dan Tirkiyê? Kî Ezmer nîşanî wan da? Sêyem: Li sînorê Silêmaniyê helîkopterên Hêzên Hevpeyman ji aliyê YNK’ê ve jibo rêveberên PKK’ê hatiye bikaranîn, ew bû li sînorê Duhokê ji wan helîkopteran ketin xwarê. Çarem: Li sînorê Silêmaniyê bi hevkariya fermandarên YNK’ê û li sînorê Helebce jî bi belge ve çend fermandarekî YNK’ê bi otobûsan keç û zarokên wî bajarî birin bo Qendîlê. Yek ji wan kesên ku hevkariya wan kiriye fermandarekî bi navê S.G ye ku fermandarekî leşkerî yê YNK’ê bûye.’’

Mehmûdê Reş got: ‘’Li sînorê Silêmaniyê li navçeya Kirfî û Germiyan, Şarbajêr û sînorê Siyamêwe li Pênciwên û li devera Raperînê PKK’ê çalakiyên wê yên leşkerî hene, heta yek ji fermndarên yekîneyên 70 yên YNK’ê li sînorê Raperîn bi destê PKK’ê hat kuştin û heta naha jî YNK’ê helwêst nîşan nedaye. Derveyî wê jî di heyama çar salên borî de 48 rêveberên mezin ên PKK’ê li Silêmaniyê hatine kuştin, li gel 90 endamên kadro yên wê partiyê her li Silêmaniyê hatin kuştin, li gel wê 4 berpirsên Tirkmenan ji aliyê PKK’ê ve li Silêmaniyê hatin teror kirin. YNK’ê bixwe rê daye wî şerî êdî ji bo çi nîgeran dibe? Derveyî wê PKK li Silêmaniyê mijûlê danûstan û bazirganiya kirîn û firotina otomobîle ku cîhê wan aşkera nebe. Ev metirsiya herî mezine li ser xelkê Silêmaniyê. Bo nimûne kesekî otomobîl kiriye, nezaniye heta çi demekî fermandarê PKK’ê ew otomobîl ajotiye, piştre hatiye destnîîşan kirin û ji aliyê Tirkiyê ve bûye armanca êrîşê, lê piştre aşkera bûye ku ew xelkê sivîl e.’’

Pustên heman beş