Altan Tan: qeyûmên PKK’ê bo derve hatin revandin

Altan Tan: qeyûmên PKK’ê bo derve hatin revandin

Parlamenterê berêyê HDP’êyê Amedê Altan Tanê ku di doza Kobaniyê de hat beraatkirin got, “dema ku Selahattin bey 42 sal ceza lê hat birîn, kesên ku hevserokên partiyê bûn di nava van 10 salan de şevekê jî di girtîgehê de neman. Di nava HDP’ê de hin hevalên ku di heman dewran de heman wezîfe girtin, heman tişt kirin, heman têkiliyên wan hebûn hatin beraatkirin, hin heval bi cezayên kêm hatin berdan, hin heval jî bi taybetî Selahattin Demîrtaş ji 25,30,40 zêdetir ceza girtin. Altan Tan ku 50 salin li dijî tundî, teror û çekane, ji ber endametiya rêxistina PKK’ê dihat darizandin. Kesên ku li ser navê PKK’ê weke qeyûmên siyasî tevdigeriyan, bi agahiya dewletê bo derve hatin revandin. Avahiyên kûrên li Enqereyê çawa rê bi van dan?”

Di doza Kobaniyê de gelek siyasetmedar bi taybetî Selahattin Demirtaş bi dehan sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Di dozê de Altan Tan û Ayhan Bîlgen jî di nav de hin siyasetmedarên berêyên HDP’ê hatin berdan.

Tan der barê biryarên di dosiyayê de û pêvajoya dozê de ji Serbestiyetê re axivî û got, “ji destpêkê ve me digot ev doz ne dozeke hiqûqîye, dozeke siyasîye. ya rastî piştî demekê veguherî doza tolhildana siyasî. Ne pêkane ku em biryarên di vê mijarê de hatine girtin bi hiqûqî binirxînin.” hêvîdarim ev xeletî di zûtirîn dem de li dadgeha îstînafê û dadgeha bilind bê paşdexistin û hemû hevalên me bên berdan.

Tan di berdewamiya hevpeyvînê de wiha got:

“piştî ku hemû heval hatin berdan, divê rûbirûbûneke rast derbarê vê dozê çêbibe. Divê bê zanîn di korîdorên tarîyên siyaseta kurd de çi diqewime? Çi qewimiye? Kî bi kê re pêşbirkê dike? Divê ev jî pir zelal bên eşkerekirin.

Mînak kesên ku Hevserokên partiyê bûn di van deh salên dawî de şevekê jî di girtîgehê de neman. Dema ku Selahattin bey 42 sal ceza lê hat birîn, gelek hevalên hevserokên partiyê û gelek hevalên ku xwedî berpirsiyarî bûn şevekê jî di girtîgehê de neman. Gelek navên wan jî di vê dosiyayê de cih negirtibûn û gelek kesên din jî tevî ku navên wan di dosiyayê de bûn ji dozê hatin derxistin.

Divê siyaseta kurd van tiştan bi aramî binirxîne. Bêy ku heqaret an nifrîna li hevdû bikin.

Ez pir eşkere dibêjim. Altan Tan ku bi salan di nava têkoşîna sivîl û têkoşîna demokratîk de cih girt û 50 salin li dijî tundî, teror û çekane, ji ber endametiya rêxistina PKK’ê hat darizandin. Gelek caran hat binçavkirin û pasaporta wî hat desteserkirin. Bi rêya kontrola edlî heftê du caran li qereqola polîsan îmze kirin.

Lê wek hevalên din di vê mijarê de hin kesên ku serokatiya partiyê, hevserokatî, parlementerî kirin û gihiştin meqamên herî bilind hatin derxistin.

Ez naçim nav navan. Bila ev trollên pir jîr lê hov navan yek bi yek binivîsin. Gelek kes şevekê jî di girtîgehê de neman.

Faktoreke din jî ewe ku gelek kesên ku li ser navê PKK’ê wezîfedar bûn, bi agahiya dewletê bo derve hatin revandin. Destûr dan wan ku derkevin. Navên wan jî yek bi yek têne zanîn.

Kî îro û bi çi awayî reviya derveyê welat? Çawa ew xilas bû? Saziyên kûrên li Enqereyê çawa rê bi van dan?

Pustên heman beş