6 sazî û rêxistinan, kiryarên ‘’Ciwanên Şoreşger’’ li hember ENKSê şermezar kirin

6 sazî û rêxistinan, kiryarên ‘’Ciwanên Şoreşger’’ li hember ENKSê şermezar kirin

6 sazî û rêxistinên yasayî û mafên mirovan kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên li dijî ENKSê şermezar dikin û diyar dikin, ew li dijî yasayên navdewletî û binpêkirina azadiya derbirînê ne.

Komîteya Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (Rasid), Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê – MAF, Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Rayê li Sûriyê (Rewangeh), Rêxistina Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (Buroya Yasayî) raporek derbarê revandina endamên ENKSê û şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên wê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve belav kir.

Wan rêxistinan amaje bi wê yekê kirin, di heyama 2 mehan de, Ciwanên Şoreşger 8 endamên partiyên di nava ENKSê de revandine û 11 ofîsên wan şewitandine.

Herwiha diyar kirin, kiryarên ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine kirin, li dijî hemû qanûn, peyman û belgeyên xwecihî, herêmî û navdewletî yên taybet bi parastina mafên mirovan e, bi taybetî bend 10 ya Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan a ku ji hêla Neteweyên Yekgirtî ve di sala 1948 de hatiye weşandin û xalên (1.14 û 5.14) yên Peymana Navdewletî ya li ser Mafên Medenî û Siyasî ku ji hêla Neteweyên Yekgirtî ve di sala 1966 de hatiye derxistin.

Ew her 6 rêxistin dibêjin: “Em dibînin ku kiryarên Rêxistina Ciwanên Şoreşger kirine, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan, azadiya raman û derbirînê û binpêkirina eşkere ya yasayên asmanî û exlaqî ye û divê ew derkevin pêşberî dadgehên aşkere ku rêxistinên mafên mirovan û parêzerên serbixwe yên malbatên girtiyan jî tê de beşdar bibin.

Herwiha ew sazî û rêxistin bang li saziyên mafên mirovan yên herêmî û navneteweyî dikin ku van sûcên li pey hev, berdewam û sîstematîk şermezar bikin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hember van tawanan berpirsiyar bibînin.

Pustên heman beş