PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

PKK’ê bi şaşî şiroveya mirovê kurd û pirsgirêka kurdî kiriye..

Simko Ebdulezîz

Beşa çaremîn: kuştina welatparêzên kurd ji aliyê PKK’ê

Di beşa sêyemîn de min basî rêyên şaş yên PKK’ê ji boy îsbat kirina xwe di nava civaka kurdî de kir, min got ku PKK’ê dijatiya tev kes û partiyên welatparêz kir, lê belê, gelek birêzan bi xwendina gotara min daxwaza dokumentan ji min kirin, loma ji boy rêzgirtina ji wan birêzan ezê hewl bidim hin mînakên berçav ku cihê nîqaşê nîne bixim ber çavên wan, ji boy ku vê yekê îsbat bikim jî divê ev xal werin zanîn:

  1. Her ji damezrandina xwe heyanî niha, PKK’e partiyek netewî nebûye.

  2. PKK’ê bawerî bi fire partayetiyê nebûye.

  3. PKK’ê ti caran bawerî bi azadiya raderbirînê nebûye.

  4. PKK’e û Evdila bi ti awa nekarîne hizra cuda di nava refên xwe de qebûl bikin.

Xalên me li jor bas kirîn rastiyeke eşkere û zelale, tevî ku rastiyeke dîrokîne û ti guman li ser tuneye jî, lê belê kole û mirîdên PKK’ê bi ti awa naxwazin bawer bikin û vê rastiyê nabînin, dema kesek bê û basî van kêmasiyên PKK’ê bike jî, demildest bi îxanetê û Mît bûnê tê sûçbarkirin.

Her kes dîroka PKK’ê ya pêş damezrandinê jî dizane, yekem car dema zanîngeha Enqereyê ji aliyê xwendkaran ve bûye cîhê çalakiyên siyasî, xwendkarên kurd jî xwest bi rêya damezrandina rêxistineke taybet bi xwe ve kar ji boy nasandina pirsa kurdan di nava Tirkiyê de bikin, loma di sala 1973’an de Yekîtiya Demokratîk a Enqereyê hat avakirin û piştre Ocalan bû serokê desteya rêxistinê, piştre jî di sala 1974an de ev komele hat hilweşandin.

Dema ev rêxistin ketin çalakiyên siyasî û roj bi roj ber bi geşesendinê çûyî dewleta tirk pir nîgeran bû, dewleta tirk û îstixbarata wê hest bi xeteriyeke bingehîn kir loma bi her awayekî dijatiya vê rêxistinê kir, pey re dewletê hizir di avakirina rêxistineke hevdij a xwendkaran kir ku zêdetir nêzî çepên Tirkiyê be, ev yek jî bi hêsanî pêk anî, piştî demekî rêxistina ji aliyê Mîtê ve hatiye damezrandin bi ser rêxistina kurdî ya xwendkaran zal bûyî, beşk ji xwendkarên çalak yên kurd girtin û xistin zindanê de, hin xwendkar ji zanîngehê derxistin û rê bi wan neda bixwînin û hejmarek din ji xwendkarên kurd neçar kirin îmze bikin ku ti carî beşdarî refên ti rêxistineke xwendkaran yan jî rêxistineke siyasî nebin, bi vê yekê jî rêxistina xwendkarên kurd hat hilweşandin.

Ev tiştekî pirr normale ku dewleta Tirkiyê karekî bi vî awa li dijî kurdan encam bide, ji ber ku her kes hovîtiya Tirkiyê di derheq kurdan de nas dike û dizane tirk dijminekî çiqas dil req û hove li hember kurdan, lê tişta ne normal eve ku kesên herî diyar yên rol hebûyî di mijara jinavbirina rêxistina girêdayî xwendkarên kurd piştre bûn kesên aktîf di damezrandina PKK’ê de, ji wan kesan jî dikarim basî “‘Evdila Ocalan, Ebdulrehman Polat ku mala xwe kiribû cîhê civînên PKK’ê, Pîlot (necatî kaya), kesîre Yildirim jina Ocalan ku keça yek ji berpirsên Mîtê bû.

Piştre dewlet Tirkiyê bi rêya kesên li jor me bi nav kirîn biryar li ser damezrandina partiyeke “kurdî” da, ji boy vê yekê jî ferman da Evdila Ocalan û kesên din yên girêdayî Mîtê ku rêxistineke kurdî bi navê PKK’ê damezrînin, belgeya herî bihêz li ser vê yekê jî ku PKK’e çêkiriya Mîtê ye axaftina Ocalan bi xwe ye dema dibêje, “bo dema 12 salan min PKK’e bi pere û alîkariyên Mîtê birêve biriye”.

Pustên heman beş