Êrîşên Tirkiyê, derewên PKK’ê û zirarên gelê Başûr berdewam dikin

Balafir-20-pkk-barwari-bala-duhok-kurdistan-info

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser binke û baregehên PKK’ê yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, ne Tirkiye ji hovîtiya xwe û nejî PKK’e ji derewên xwe paşgez nabin, Tirkiye rojane PKK’ê di nava Başûr de bombebaran dike û PKK’e jî rojane di medyaya xwe de mijûlî servîskirina derewan derbarê vî şerê sexte ye, ji boy veşartina van şikestinên xwe yên leşkirî jî PKK’e her tim êrîşê ser PDK’ê û Barzaniyan dike.

Piştî ku PKK’ê tev Bakurê Kurdistanê radestî dewleta tirk kirî, niha dixwaze Başûrê Kurdistanê jî tûşî heman çarenivîs bike, PKK’ê tev lotkeyên stratejîk yên Kurdistanê radestî Tirkiyê kirin, niha jî dixwaze wan bikşîne nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê, bo vê mebestê jî bi qasî ku dikare xwe nêzî cihên sivîlan dike û ji ber vê yekê zirareke mezin daye gelê Başûr û berdewam xaka Başûrê Kurdistanê tê bombebarankirin û dagirkirin.

Darka Mazî agahiyên derbarê liv û tevgerên PKK’ê yên li sînorê parêzgeha Duhokê û herêmên ku ketine ber êrişên hewayî yên dewleta Tirkiyê bi dest xistin û eşkere bû ku ji 16ê Gulanê ve balafirên dewleta tirk û artêşa wê PKK’e li 6 gund û navçeyên parêzgeha Duhokê hedef girtiye.

Gund û navçeyên Duhokê yên ku ji 15ê meha Gulanê ve bi sedema PKK’ê rastî bombebaranê hatîn evin:

Di 16/5/2024’an de:

Saet 16:30ê êvarê balafirên şer yên Tirkiyê tunela li serê çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahiya Dêrelok bombebaran kir, herwiha di saet 18:20ê de balafirên şer yên Tirkiyê çiyayê Gare li hindavî gundê Sarkê yê ser bi nahiya Sersinkê bombebaran kiriye.

Di 17/5/2024an de:

Saet 13:40 balafirên şer yên Tirkiyê şikefta Babekra ya dikeve geliyê Bazê û geliyê Dêra yên ser bi nahiya Kanî Masê ve bi du mûşekan bombebaran kirine, herwiha saet 15:30ê balafirên Tirkiyê çiyayê hindavî gundê Sigêrê yê ser bi nahiya Dêralok ve ku bi (Sûrê Sigêrê) tê naskirin bi mûşekekî bombebaran kiriye.

Saet 20:15 heyanî 20:30 topxaneyên leşkirê Tirkiyê hindavî gundên Dergelê û Bêşîlê yên ser bi nahiya Kanî Masê ve bi 6 mûşekan hedif girtine.

Di 18/5/2024an de:

Saet 19:45ê balafirên leşkerê Tirkiyê geliyê Dergelê û aqarê gundê Guyilka yên ser bi nahiya Kanî Masê ve bi du mûşekan bombebaran kirine.

Saet 21:40 heyanî 23:00 balafirên şer yên Tirkiyê aqarê gundê Guyilka heyanî digihe aqarê gundê Şêlaza bi mûşekan û çekê DOÇKA armanc kirine.

Saet 19:55 balafirên şer yên Tirkiyê careke din tunela hindavî gundê Guherzê yê devera Nihêlê bombebaran kiriye.

Di 19/5/2024an de:

Saet 08:40 balafirên Tirkiyê hindavî gundê Kanî Reşê yê ser bi nahiya Kanî Masê ve bi mûşekkekî bombebaran kiriye.

Saet 09:10 heyanî 09:50 balafirên şer yên Tirkiyê careke din aqarê gundê Guyilka û Bêşîlê bi mûşek û çekê DOÇKA hedef girtine.

Tê zanîn tev êrîşên dewleta Tirkiyê yên bi hênceta hebûna PKK’ê li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin dibin sedema zirarên madî û menewî yên gelê Başûr, her wiha di van êrîşan de hejmarek herî zêde ya ciwanên kurd yên ku ji aliyê PKK’ê ve hatine xapandin tên kuştin.

Pustên heman beş