Hêzeke YNKê rojnamevanek girt û bi otomobîleke leşkerî jin û zarokên wî jî birin Silêmaniyê

Hêzeke YNKê rojnamevanek girt û bi otomobîleke leşkerî jin û zarokên wî jî birin Silêmaniyê

Saziyekî çapemeniyê aşkera kir, hêzeke ewlehiya YNKê li xala kontrolê ya Koye rojnamevanek girt û bi otomobîleke leşkerî ve jî jin û zarokê wî ji bo Silêmaniyê veguhestin.

Pêgehek bi navê Saziya Medya Tîwar ku demeke li tora civakî nûçeyan belav dike û vê derbarê de daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Şeva borî hêzeke ewlehiya YNKê, bêjer û rojnamevanê saziya me Şakar Star revandiye.’’

Herwaha ragehand, li rawestek ango xala kontrolê ya Koye, bêjer û rojnamevan Şakar Star di dema vegera ji Silêmaniyê bo Hewlêrê û li rawesteka Aştî ya Koye ji aliyê hêzeke ewlehiya YNKê ve hatiye girtin.

Li gor heman daxuyaniyê hatiye ragehandin, girtina Şakar Star li gel hevjîn û du zarokên wî pêkhatiye û dest danîne ser otomobîla wî jî û jin û zarokên wî bi otomobîlekî leşkerî ve ji Koye bo Silêmaniyê birine.

Li gor Dezgayê Medya Tîwar ragehandiye: ‘’Bûyer demjimêr 10:45ê şeva borî pêkhatiye û hêzên ewlehiya asayîşa YNKê Şakar Star bo girtîgehekî Silêmaniyê veguhestine û heta naha ti daxuyaniyek derbarê sedemê girtina wî de nedane. Şakar Star tenê rojnamevane û karê pîşeyî yê xwe wek bêjer kiriye. Ti rêxistineke parastina mafên rojnamevan û medya û ew kesên bi navên çalakvanên Silêmaniyê li hember vê helwêstek nîşan nedane û binpêkirina li hember Şakar Star û malbat û zarokên wî hatiye kirin bêdengî helbijartine. Lê ji aliyê din ve her bûyer û rewşeke li sînorê Hewlêr û Duhokê çêbe bi dehan helmet û beyanameyên nerazîbûnê li Silêmaniyê dihatin belav kirin û rêkdixistin.’’

Vê derbarê de saziyên peywendiya xwe bi mafê mirovan li hember vê binpêkirina aşkera ya hêzên ewlehiya YNKê tên agahdar kirin û berpirsyartiya parastina jiyana rojnamevanê navborî jî dixin stûyê wê hêza ewlehiyê.

Pustên heman beş