Artêşa Tirkiyê westgeheke petrolê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Artêşa Tirkiyê westgeheke petrolê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Droneke Tirkiyeyê bi êrîşeke esmanî westgeha petrolê ya Seîdê ya li gundewarê Tirbespiyê bombebaran kir û dûman ji cihê hatiye armanckirin bilind bû.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyeyê westgeha petrolê ya Seîda ya dikeve bakurê bajarokê Tirbespiyê bi du mûşekan kire armanc û di encamê de, beşek ji stasyonê wêran bû.

Westegha Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye. Stasyon di dawiya sala borî de ji ber êrişên dewleta Tirkiyeyê ji xizmetê derketibû.

Bi vî awayî, hejmara êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyeyê li ser deverên di bin kontrola HSDê de, ji destpêka sala 2024an ve gihîştiye 74an û bûne sedema kuştina 20 kesan û herwiha zêdetirî 25 kesan jî birîndar bûn ku di nava wan de, jinek û 3 zarok hene.

Pustên heman beş