Berpirsekî paye bilindê PYD’ê ji boy çareseriya bijîşkî derbasî Dîmeşqê bû

Berpirsekî paye bilindê PYD’ê ji boy çareseriya bijîşkî derbasî Dîmeşqê bû

Têkiliyên di nêvbera rejîma Sûriyê û PYD’ê de ji boy pêş sala 2011an vedigerin, piştî bûyerên sala 2011an jî ev têkilî pêtir bihêz bûn û rejîma Sûriyê herêmên kurdî bi rêkeftin teslîmî PYD’ê kirin.

Ji aliyê xwe ve PYD’ê rêjeyeke mezin ji petrola ku li Rojava berhem danî teslîmî rejîmê dikir, û heyanî niha jî teslîm dike û bazirganiyê pê dike, niha jî têkiliyên wanyên leşkerî û bazirganî û îdarî hene, û berdewam berpirsên PYD’ê ji boy çareseriya bijîşkî derbasî herêmên di bin desthilata rejîma Sûriyê dibin.

Di vê derbarê de çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, D.Hemîd ku ji şêniyên Rojavayê Kurdistanêye karê hemahengiya di nêvbera PYD’ê û rejêma Sûriyê de dike li bajarê Helebê, di roja 12/2/2024an de daxwaz ji sazîya îstîxbarata Sûriyê li bajarê Dîmeşqê kiriye ku rê bi Xelîl Ehmed Mihemed yek ji kadroyên paye bilind yên PYD’ê bide ji boy çareseriya bijîşkî derbasî bajarê Dîmeşqê bibe.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, piştî rezamendiya îstîxbarata rejîma Sûriyê, ev kadroyê PYD’ê derbasî bajarê Dîmeşqê bûye.

Pustên heman beş