Bi sedema êrişa Tirkiyê li Minbic û Kobanê Berhemên çandiniyê şewitîn

Bi sedema êrişa Tirkiyê li Minbic û Kobanê Berhemên çandiniyê şewitîn

Tirkiyê û grûpên çekdar gundewarên Minbicê armanc kir û di encamê de agir bi rûberên mezin ji berhemên çandiniyê ket.

Jêderên xwecihî ji deverê ragihand ku duh Yekşemê Tirkiyê û grûpên çekdar bi topan gundê Eltoxar, Çiyayê Elseyada, Elkawkilî, Korhiyûk, û Qirt Weyran li gundewarê Minbicê armanc kirin, û di encamê de agir bi perhemên çandiniyê ket.

Di heman rojê de jî Turkiyê bajarokê Elşiyûx li gundewarê Kobanê armanc kir û di encamê de berhemên çandiniyê şewitîn.

Pêş çend rojan jî bi heman şêweyî Tirkiyê herdu gundewarên Minbicû Eyn Îsayê armanc kiribû û di encama wê êrîşê de rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

Pustên heman beş