Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Îbrahîm Reîsî û hevalên wî bû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Îbrahîm Reîsî û hevalên wî bû

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê tevlî behiya Serokkomarê Îranê û hevalên wî bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 21.05.2024) li Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê tevlî behiya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan û hevalên wan bû.

Pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber wexera dawiyê ya Serokkomarê Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê û hevalên wan di behînameyekê de serexweşî û hevxemiya xwe arasteyî rêberatî û hikûmet û xelkê Komara Îslamî ya Îranê kiribû.

Mesrûr Barzanî amaje jî dabû, “Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê Xudêjêraziyan bixe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê jî bide binemal û kesûkarên wan û xelkê Îranê bi tevahî. Di vê dema dijwar de, em hevxemî û piştevaniya xwe bi xelkê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin”.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî pêr (Yekşem, 19.05.2024) ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.

Pustên heman beş