Nasnameya Gerîlayekî hat eşkerekirin

pkk-gerila-info-info.net-net

Rêxistina PKKê nasnameya Gerîlayekî ku li Başûrê Kurdistanê berya 5 mehan hatbû kuştin ji nû ve eşkere kir.

Hat ragihandin ku Gerîlayê bi nasnavê Sîdar Serhed kanûna paşîna îsal li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û rêxistina PKKê ji nû ve îro mirina wî îlan kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Sîdar Serhed wihaye:

Sîdar Serhed: Navê wî yê fermî Turan derdîyoke û ew ji Erzroma Bakurê Kurdistanê ye.

HPGê diyar kir ku Sîdar Serhed di şer li herêma Zapê de canê xwe ji dest daye.

PKKe her roj nasnameya komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin û mirina wan li malbatên wan veşartî.

Pustên heman beş