Dadgeha Federalî biryara dana pênc kursiyan ji bo pêkhatan pejirand

Dadgeha-Federal-Parilmen.net

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê ji bo dana pênc kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo pêkhatan di çarçoveya 100 kursiyên perlemanê de pejirand.

Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, ku girêdayî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ye, di bersiva hejmareke skalayan de ku ji aliyê pêkhatên Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, biryar da ku di çarçoveya 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan bên terxankirin. Yanî 95 kursî dê giştî bin, pênc kursiyên din jî dê girêdayî pêkhatan bin.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê îro (Sêşem, 21.05.2024) biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku duhî (Duşem, 20.05.2024) derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

  1. Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

  2. Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

  3. Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

Pustên heman beş