Di dema du rojan de artêşa tirk li 10 herêmên cuda gerîla armanc kirine

Di dema du rojan de artêşa tirk li 7 herêmên cuda gerîla armanc kirine

Êrîşên artêşa Tirk yên di çarçoveya rêze operasyonên bi navê “Pence” de li Başûr Kurdistanê li dijî gerîlayên PKK’ê pêk tîne berdewam dikin û di dema du rojan de li 10 deveran êrîş li ser binke û baregehên PKK’ê encam dane.

Gund û navçeyên Duhokê yên ku ji 19 vê mehê ve bi sedema PKK’ê rastî bombebaranê hatîn evin:

Di 19/5/2024an de:

Saet 16:20 heyanî 16:40 firrokeyên leşkerê Tirkiyê deverên geliyê Bazê û geliyê Dergela Musa Beg yên ser bi nahiya Kanîmasê hedef girtine.

Saet 23:15 firrokeyên Tirkiyê çiyayê Gare li Bakurê Rojhilatê nahiya Çemankê bombebaran kiriye.

Di 20/5/2024an de:

Saet 23:30 heyanî 01:00 topxaneyên leşkerê Tirkiyê bi 5 mûşekan gerîlayên PKK’ê yên li çiyayê Metîna li devera Berwarî bala armanc kirine.

Saet 17:15 firrokeyên leşkerê Tirkiyê rojhilatê tunela PKK’ê ya dikeve serê çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahiya Dêrelok bombebaran kiriye.

Saet 17:20 firrokeyên Tirkiyê pişta geliyê Dêreşê yê ser bi nahiya Sersinkê bombebaran kiriye.

Saet 11:15 dîsa firrokeyên Tirkiyê Dergela Musa Beg ya ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kiriye.

Saet 17:10 firrokeyên Tirkiyê geliyê Bêşîlê yê ser bi nahiya Kanîmasê ve bombebaran kiriye.

Saet 20:50 heyanî 22:00 firrokeyên leşkerê Tirkiyê aqarê gundê Guyilka, Dergela Musa Beg û Şêlaza yên ser bi nahiya Kanîmasê bombebaran kirine.

Saet 08:30 heyanî 11:05 topxaneyên leşkerê Tirkiyê deverên Deriyê Bêra û tunela PKK’ê ya li çiyayê Metîna ku dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahiya Dêrelok ve bombebaran kirîne.

Bi awayekî giştî ev êrîşên artêşa Tirkiyê dibin sedemê zirargehandin bi mal û halê şêniyên van deveran, herwiha ev êrîş dibin sedem ku hejmarek gerîlayên PKK’ê jî bên kuştin, lê PKK’e ti caran daneyên rast yên van ziyanên xwe parve nake û berdewam di medyaya xwe de dibêje, “me dewleta tirk têk bir” di demekî de ku tev Bakur û nêzî 35 kîlometroyan ji xaka Başûr jî teslîmî Tirkiyê kiriye.

Pustên heman beş